شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir

BasNews Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 46emîn a damezirandina Partiya Sosyalis Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê partiyê kir û ragihand, “Di vê bîranînê de, tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir û got: “Bi boneya 46emîn salvegera damezirandina Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî arasteyî cenabê we, serkirdayetî, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Di vê bîranînê de, tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin, bi arasteya berevanîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ebadî kontirokirina Mûsilê ragehand

Lalish Duhok

Li herêma Kurdistanê 687 kesên din bi vîrusa korona ketin

Lalish Duhok

Koçerên Şingalê dê karibin li nava kampan dengê xwe bidin

Lalish Duhok