شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 46emîn a damezirandina Partiya Sosyalis Demokrat a Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê partiyê kir û ragihand, “Di vê bîranînê de, tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir û got: “Bi boneya 46emîn salvegera damezirandina Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî arasteyî cenabê we, serkirdayetî, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Di vê bîranînê de, tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin, bi arasteya berevanîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bi vîdyo …Li Bexda Ebadî rastî êrîşa welatiyan dibe

Lalish Duhok

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hakimê Res El Xeyme civiya

Lalish Duhok

Berhevkarê kelepora Kurdî Seyda Goyan mûzexaneyek ava kiriye

Lalish Duhok