شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyera li Kerbalayê: Herêma Kurdistanê bo alîkariyê amade ye

Nêçîrvan Barzanî têkildarî bûyera li Kerbalayê: Herêma Kurdistanê bo alîkariyê amade ye

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê derbarê hilweşîna beşek ji Qetareya Îmam Elî li Kerbelayê peyamek belav kir û ragihand, “nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”

Roja Şembiyê 20ê Tebaxa 2022an li bajarê Kerbelayê li başûrê Iraqê beşek ji avahiya ku li Qetareya Îmam Elî li ser kaniyeke avê hatibû çêkirin, herrifî û hejmarek kes ketin di bin kavilan de û li gor agahiyên dawî heta niha 5 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan, hêj hejmarek kes di bin kavilan de mane û tîmên hewarçûnê û berevaniya sivîl a Iraqê hewl didin wan kesan rizgar bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji ber wê bûyerê peyamek belav kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Mixabin me nûçeya herrifîna Qetareya Îmam Elî bihîst ku têde hejmarek welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê û tîmên tendirustiyê ji bo her alîkariyekê amade ne.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Çarenivîsa bav û keça windayî; termê bav di nav baxekê de hat dîtin

Lalish Duhok

Rêber Ehmed: Hebûna PKKê ya li Şingalê faktora nearamiya herêmê ye

Lalish Duhok

Xurtkirina dadperweryê û rewşenbîrya hevniştîmanîbûnê li nav pêkhatên Kurdistanê da li Bingehê Laliş hat baskirin.

Lalish Duhok