شبكة لالش الاعلامية

Xaneser- Teqînek li baregeha PKKê rû da

Xaneser- Teqînek li baregeha PKKê rû da

BasNews– Beriya bi demekê li nahiyeya Xanesorê ya se rbi Şingaê baregeha PKKê teqîneke mezin rû da. Medyayay PKKê belav kiriye ku firokeyên şer yên Tirkiyê navçe bordûman kirine.

Ligor zanyariyên BasNewsê ji herêmê werirtine îro piştî nîvro roja duşemê 04- 11 2019an denge teqînên mezin li baregehên PKKê li Şingalê hatiye bihîstin.

Kesayetiyê naskirî yê êzdî li Şingalê Şêx Xerbî Nasir, ji BasNewsê ra aşkere kir teqîn di enama teqîna muşekekê yan jî bombeyekê li nava baregehê pêk hatiye.

 Li aliyê din medyaya PKKê belav kiriye ku firokeyên şer ê Tirkiyê herêma Xanesorê bordûman kirine û mal û xaniyên hemwlatiyên jî di encama bordûmanan da bûne armanc.

Çavkaniyekî din li nava Şingalê ji BasNewsê ra da zanîn baregeha PKKê li Xansorê hatiye bordûman kirin û di wê baregehê da civîna serkirdeyên PKKê hebûye. Herwiha ziyana canî û malî di encama wê bordûmanê da pêk hatiye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Penaberên Iraqê bi rêya balyozxaneya Moskowê ve dê bên vegerandin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Bi hezaran Ezidî li welatên biyanî tertûbela bûn

Lalish Duhok

Peyama Serok Barzanî ji bo cejna sersala olî ya êzdiyan

Lalish Duhok