شبكة لالش الاعلامية

Piştî 16 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat bûn yek

Piştî 16 salan ji cudabûnê her du partiyên demokrat bûn yek

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî cudabûna 16 salan, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) îro daxuyaniya yekîtiya xwe da.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, her du aliyan ragihand, “Êvara îro 30î Gelawêjê (21ê Tebaxê) bi merasîmeke bi rûmet ku bi sedan kadro, Pêşmerge û kesayetên siyasî yên dêrîn ên Partiya Demokrat tê de beşdar bûn, her du partiyên têkoşer ên gelê Rojhilatê Kurdistanê bûn yek.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Îro dawî li têkoşîna bi cudahî tê û her du aliyên demikrat bi navê Partiya Demikrat a Kurdistana Îranê de, berdewamiyê didin xebata xwe.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “Bêguman yekîtiya partiyên demokrat, dibe destpêka qonaxeke nû ya xebata vê partiyê.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê roja 16ê Tebaxa 1945an li bajarê Mehabada Rojhilata Kurdistanê hat damezirandin, damezirênerê wê jî Pêşewa Qazî Mihemed bû ku Komara Kurdistanê li Mehabadê jî damezirand.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Koçberên Şingalê: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir li me xwedî derdikeve

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi hevpeymaniyeke berfireh û bihêz heye

Lalish Duhok

Bingehê laliş roja cîhanî ya zarokan saxkir

Lalish Duhok