شبكة لالش الاعلامية

Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê konfiransê xwe gêra û desteya nû hate helbijartin.

Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê konfiransê xwe gêra û desteya nû hate helbijartin.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Îro roja şembûyê rêkeftî 2022/10/15 Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê konfiransê xwe yê çarê gêra û desteyeka kargêrî ya nû hate helbijartin bo nivîsîngehê.
Bi serperiştîya lijneyekê ji desteya bilind û desteya rêveber ya tayê Xankê ku pêkhatibûn ji berêzan(Dexîl Nayif , Xêrî Îbrahîm , ‘nter kilu) rê û resmên konfiransî bi rêveçûn.
Piştî rê û resmên runiştina êkê bi dawî hatîn.

runiştina dûyê destpêkir û raportên darayî û kargêrî û rewşenbîrî û peywendîyan hatine xwandin û ji alyê endamên kongireyî ve hatine pesendkirin .

Li dûvda desteya kevin hate helweşandin weku rêkxoşkirinek ji helbijartina desteyeka nû re bo nivîsîngehê li goreyî peyrew û pirogramê nafxoyî yê sazîya Laliş .

Li tewerê dawîyê lijna serperişt rûnkirinek da ser şêwazê dengdan û helbijartina û zorbeya endaman şêwazê lîstê helbijart û lîsta Rêzan Kiçil bi zorbeya dengdan bawerîya kunfiransî bi dest ve îna û bûne endamên desteya kargêrî ya Nivîsîngeha Laliş Dêrebûnê
1_Rêzan Kiçil Kişto
2_Xelef Kizî Xelef
3_Şarzad Xidir ‘mir
4_Ziyad Ehmed Miçan
5_Zozan Sebrî Hanu

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

bingehê laliş tayê Baedrê bîrewerya cil û bergên kurdewarî yên bab û kalan sax kirin

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya temam bo rojnamevanan dûpat dikin

Lalish Duhok