شبكة لالش الاعلامية

Amarên dawî yên aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn hatin parve kirin

Amarên dawî yên aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn hatin parve kirin

 Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta dawiya sala 2022an, zêdetirî 913 hezar aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn.

Îro Duşemê 23ê Çileya 2023an, Fermangeha Medya û Zanyarî zanyariyên herî dawî yên amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê belav kir, ku rêjeya awareyan bi giştî li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 665 hezar kes û rêjeya penaberan jî zêdetirî 248 hezar kes bûne.

Herwiha li gor amarên Rêveberiya Koç û Koçberan, rêjeya awareyan bi giştî li Herêma Kurdistanê, 664 hezar û 798 kes bûye, ku 174 hezar û 707 kes di nav kampan de ne û ji wê hejmarê jî, 102 kes vegeriyane cih û warê xwe, herwiha 230 awareyên din jî çûne nav kampan.

Derbarê hejmara awareyên li derveyî kampan, amarên Rêveberiya Koç û Koçberan a Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye ku 490 hezar û 92 kes bûne.

Herwiha rêjeya pebaneran li kampan di sala borî de, 93 hezar û 966 kes bûye, 154 hezar û 468 kesên din jî li derveyî kampan hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî, 367 kes vegeriyane cih û warê xwe û 482 penaberên nû jî li kampan cihê hewandinê ji bo wan hatiye dabînkirin.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Pertokeka nû li ser Êzdyan hate îmzakirn û belavkrn

Lalish Duhok

Barzanî, Trump vexwand Kurdistanê!

Lalish Duhok

Li komelgeha Şarya harîkarî liser 15 qutabxanan hatine belavkirin

Lalish Duhok