شبكة لالش الاعلامية

Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê xoleka fêrbûn û bi hêzkirina zimanê Înglîzyê vekir

Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê xoleka fêrbûn û bi hêzkirina zimanê Înglîzyê vekir

Tora Laliş:

Ji bo piştevanya prosêsa perwerdê û fêrkirinê li Ba’edrê û deverê û bi hêzkirina şiyanên qutabyan, li rêkeftî (27 / 1 / 2023)ê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê bi hevkarî di gel rêkxirawa IGFiM ya Elmanî xoleka fêrkarî û bi hêzkirina şiyanên qutabyên amadeyê ya babetê zimanê Înglîzî vekir.

Rê û resmên xola nafhatî bi amadebûna berpirsê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê mamosta (Xelat Ba’edrî) û nwênerên rêkxirawa nafhatî hate vekirin.

Hejî gotinê ye ev xole bo demê çendîn roja dê berdewam bit û ji layê mamosta (Nalîn Fehmî Hesen) weku pispora babetî waneyên xolê dê hêne gotin wek piştevan  û bi hêzkirina şiyanên qutabyan û prosêsa perwerdê li Ba’edrê û deverê.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parêzgarê‌ Hewlêrê‌ û rêzdar Şêx Şamo rawêjkarê‌ serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ bo karubarên Êzidya hevdîtnek pêkî anî

Lalish Duhok

Berêz”Şêx Şamo” pîrozbahyê‌ li brîkarê‌ nû yê‌ Wezareta Pêşmergey dike

Lalish Duhok

Ahingek bo 150 pişkdarbuyên xolên werzê havînê hat li darxistin

Lalish Duhok