شبكة لالش الاعلامية

Li Mereşê erdhejêke nû çê bû

Li Mereşê erdhejêke nû çê bû

Hewlêr (Rûdaw)  Li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi pileya 5.3 rîxter çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro 18ê Sibata 2023ê demjimêr 22:31 erdhejek bi hêza 5.3 pileyê rîxterê çêbû, ku navenda wê navçeya Goksun a Mereşê bû.

Erdhej di kûrahiya 5.4 kîlometreyan de çêbû.

Derbarê zirarê wê erdhejê de hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.

Erdhejê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê yên Tirkiyê wêraniyek mezin çê kir.

Di encama erdhejê de wêraniyek mezin li herêmê çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane, herwiha bi hezaran kes mirine û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

Piştî erdhejê nêzîkî 5 hezar û 700 erdhejên paşekî çêbûn.

Li gor amarên herî nû yên AFADê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê heta niha 40 hezar û 642 di erdhejên 6ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş: Rizgarkirna Girtî û Êxisîrên Me ji Destê Daîş, Ew Cejina Me ye ji Rastiye

Lalish Duhok

Tirkiye – Li 71 xalan agir bi daristanan ketiye

Lalish Duhok

NY di referanduma Kurdistanê de bê alî dibe

Lalish Duhok