شبكة لالش الاعلامية

Banka Cîhanê: Ziyana erdhejên 6ê Sibatê 34 milyar dolar e

Banka Cîhanê: Ziyana erdhejên 6ê Sibatê 34 milyar dolar e

  Navenda Nûçeyan (K24) – Banka Cîhanê eşkere dike, ziyana erdhejên 6ê Sibatê ya li Mereş û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 34 milyar dolar e.

Rêvebirê Tirkiyeyê yê Banka Cîhanê Humberto Lopez di raporekê de eşkere dike, ziyana aborî ya erdhejên 6ê Sibatê ku li Mereşê rû dabûn û 34.2 milyar dolar e û ev pere piştî avadankirina navçeya erdhejê dikare sê car zêdetir bibe.

Li gor raporê, %81 ziyan li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî.

Di raporê de hat gotin, ev pere dike ji sedî 4ê dahata navxwe ya Tirkiyeyê ya sala 2021ê û herwiha ji dahata navxwe ya 80 welat û herêman zêdetir e.

Di erdhejên 6ê Sibatê de ku ziyan gihandibû 11 bajaran, li gor amarên fermî 44 hezar û 374 kes canê xwe ji dest dabûn, zêdetir ji 100 hezar kes birîndar bûbûn û mala milyonek û 250 hezar kesan têk çûne.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

 Serdana Horian ji bo xwandina Kurdî ya li KomelgehaTalbana that kirin

Lalish Duhok

Îro cenazeyê Nivêskar Xêrî Şingalî dê bi gehe Iraqê

Lalish Duhok

Bingehê Laliş harîkaryên mirovî li ser 100pekkeftî û xêzanên kem deramet belavkirin

Lalish Duhok