شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Raperîn peyamekî zelal a Gelê Kurdistanê ye ji bo hemû cîhanê

Mesrûr Barzanî: Raperîn peyamekî zelal a Gelê Kurdistanê ye ji bo hemû cîhanê

BasNews – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekezî li wê yekê kir ku “Raperîn, peyameke zelal a gelê Kurdistanê ji hemû cîhanê re bû ku ew bindestî û dagirkeriyê red dike û dixwaze bi serbilindî û bi rûmet bijî. ”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi boneya 32 saliya raperîna mezin û birûmet a gelê Kurdistanê ya Adara 1991ê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî hemû gelê Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.”

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî diyar kir, “Raperîna birûmet a sala 1991’ê, berhema yekîtiya hêzên Kurdistanî, civak û beşên cuda yên gelê Kurdistanê bû ku qonaxeke dîrokî di têkoşîna gelê Kurdistanê ya rizgariya ji bindestî, dagirkerî û azadiyê de dirust kir.”

Her wiha tekezî li wê yekê kir ku “Raperîn, peyameke zelal a gelê Kurdistanê ji hemû cîhanê re bû ku ew bindestî û dagirkeriyê red dike û dixwaze bi serbilindî û bi rûmet bijî. Di vê boneya pîroz de, em tekezî li ser yekrêzî û tebayîya gelê Kurdistanê yê niştimanperwer dikin ji bo parastina destkeft û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ku em bi her awayî berevaniyê li wan bikin û dest jê bernadin û proseya avadankirin û geşepêdana Kurdistanê de berdewam dibin.”

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Di salvegera raperînê de em bejna xwe li ber şehîdên nemir ên raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Spas ji bo hemû ewanên di van çar salên borî de, piştevanên me bûn.

Lalish Duhok

Tilkêf bi temamî hate kontrolkirin

Lalish Duhok

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê

Lalish Duhok