شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û bi xwîn û rondikan tê parastin

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û bi xwîn û rondikan têparastin

BasNews– Baregha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Herêma Kurdistana Iraqê ne kartonî ye, ew berhema xwîna bi hezaran

şehîdan û hêsirên bi hezaran dayîkên şehîdan e
Baregeha Serok Barzanî îro 26ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de got: Derbarê şiroveyên bêbingeh ên ku Herêma Kurdistanê bi kartonî binav dikin, ji hemû aliyan re radigihînin ku Herêma Kurdistana Iraqê ne kartonî ye.”
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, “Herêma Kurdistanê berhema xwîna bi hezaran şehîdan û rondikên bi hezaran dayikên şehîdan e û bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û bi wê xwîn û rondikên çavan tê parastin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ji ber PKKê û erebên Şingalê sedî 95ê jinên Şingalê navegerin bajarê xwe

Lalish Duhok

Ji Evîna Rojên Kevin Dengbêj (Mirtib)

Lalish Duhok

Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş: Pîştevanya hemû destpêşxer u êkrêzya Êzidyan dikin

Lalish Duhok