شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî: Ji rojnamevanên Kurdistanê daxwaz dikim bi awayekî azad û profesyonel û rast nûçeyan bigihînin

Nêçîrvan Barzanî: Ji rojnamevanên Kurdistanê daxwaz dikim bi awayekî azad û profesyonel û rast nûçeyan bigihînin

BasNews- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rojnamevanên Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanê dike ku bi emanet û berpirsyariyê ligel peyvan serederiyê bikin û bi awayekî azad û pîşeyî û rast, nûçe û bûyeran bigihînin.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Bi helkefta 125 saliya roja Rojnamegeriya Kurdî û 25 saliya damezrandina Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan ra dixwazim. Silav li bîranîn û giyanê Miqdad Midhet Bedirxan yê pêşeng, ku yekemîn rojnameya “Kurdistan” çap kir û weşand.

Bi vê minasebetê ez careke din hemû piştgiriya xwe ji bo rojnamevanan, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirînê, azadiya pênûs û azadiya nivîsandinê dupat dikim. Azadiya rojnamegeriyê sitûn û bingeha sereke ya her civakek zindî û pêşketî ye, pêdiviyeke pêşîne ya pêşxistina demokrasî, azadî û parastina mafên mirov e, lewma divê bê parastin.

Peyv berpirsiyarî ye, lewra ez daxwazê ji rojnamevanên Kurdistanî dikim ku gelek bi emanet û bi berpirsiyarî bi peyvan ra rawestin û bi awayekî azad, profesyonel û rast nûçe û bûyeran bigihînin. Kar û wezîfeya xwe bi rêkûpêk û di çarçoveya etîka rojnamevaniyê da bi cih bînin da ku karibin rola xwe ya guncaw di tespîtkirina şaşiyan û kêmasiyan û serastkirina wan da bilîzin.

Silav û nemirî ji bo hemû wan rojnamevanên di serdema têkoşîn û azadiyê da jiyana xwe ji dest daye. Bîranîna wan her tim bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22ê nîsana 2023an

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

wezîrê derveyê Amrika Xelata Sala 2016an yê (Jina Aza)bi jinek Êzidî di bexşe

Lalish Duhok

Piştî DAIŞê li Başîkê cejna yekem

Lalish Duhok

Runshtineke vekirî li baregayê desteya cînosaîdê li Duhokê bi rêve çow

Lalish Duhok