Stephen Mansfield:Dewleta nû ya ku, wê were ragehandin Kurdistane
BasNews
Medyekarê navdar yê Amerîkayê Stephen Mansfield li ser rûpela xwe fermî ragehand ku, Di cîhanê de dewleta ku, wê were ragehandin Kurdistane e.
Stephen Mansfield medyekarê Navdar ê Amerekî derbarê pêşveçûnên rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê taybet rola kurdan di şerê DAIŞê de dibêje ku, rola Kurdistanê pir giringe.
Stephen Mansfield weke kesayetiyekî dostê Kurdan tê naskirin û çendîn pirtûkên wî ketina di lîsteya pirtûkên herî zêde têne firotin de, îro Pênşemê nivîsandibû ku, di destpêka idareya Serokê nû ya Serokê Amerîkayê Donalid Trump û nemana rêxistina DAIŞê li navçeyê, di Rojhelat Navîn dema bê wê Dewleta Kurdistanê tê de were ragehandin.
Wî medyekarê Amerîkî got jî ku, hin nakokî di nav mala Kurdan de hene, lê ji civaka navnetewî û welatên zilhêz yên Ewropayê tê xwestin ku, piştgiriya ji dayikbûna wê dewleta nû bikin.Berî du rojan jî pisporekî siyasî yê Amerîkayê ragehandibû ku, dewleta Kurdî her çar dewletên Iraq, Tirkiyê, Sûriyê û Îran lawaz dike.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî