شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî bi boneya 77emîn salvegera PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir

Serok Barzanî bi boneya 77emîn salvegera PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir

BasNews – Serok Mesûd Barzanî di 77 saliya damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de peyamek belav kir û tê de ragihand, “PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê û parêzvanê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne.”
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 77 saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, serkirdayetî, kadro, endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê dikim.”
Di peyamê de hat gotin: “Di vê bîranînê de, ez spasiya têkoşîn û fedekariya gelê PDK’ê dikim ku di qonaxên dijwar û çarenivîsaz de her tim hêvanê xweragirî, berdewamî, kolnedan û bihêztirbûna doza gelê Kurdistanê bûne.”
Serok Barzanî dibêje: “PDK û rêbaza Barzanî di rabirdû û niha de her tim cihê hêvî û dest û bazên bihêz yên Kurdistanê û parêzvanê doza rewa ya gelê Kurdistanê ne. Divê serkirdayetî, cemawer û endamên PDK’ê di asta vê berpirsyariya mezin de bin.”

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Daxwaza ragirtina filmê “Mihemmed Resulullah” li herêmê tê kirin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê Kurdistanê hat hilbijartin

Lalish Duhok

Konê Reş :Sofiyê Pêşmerge

Lalish Duhok