شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Serok Barzanî û Serokwezîrê Îraqê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.

Di wê civînê de, Cîgirên Serok Barzanî Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Fazil Mîranî, Hişyar Zêbarî û Mihemed Mehmûd amade bûn.

Êvara îro roja Pêncşemê, 9ê Mijdara 2023ê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdanekê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serokwezîrê Îraqê bi hevaltiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Diktor Fuad Husên û çend berpirsên din ên Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Îranê li Iraqê kir

Lalish Duhok

Şêx Şamo: Xembarîn bi wexerkirinia Katu Evdî Axa

Lalish Duhok

Li Iraqê 60 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok