Şaredarê bajarê Bielefeld ( Oberburgermeister ) berêz ( Pit Clausen ) Bingehê Laliş ( Lalish Zentrum – Deutschland) zîyaret kir u çav bi
hijmareka revenda kurdên Êzidî ket ..
Duh rêketî 11.05 Pit Clausen şaredarê bajarê Bielefeld u nemzetê SPD ji bo xola helbijartinên tê digel şandekî serdana bingehê laliş kir u bi germî ji bal hevaldost u endamên bingehê laliş u kesatiyên rewşenbîrî u civakî hate pêşwazîkirin ..
piştra niqaşek berfireh çêbû dinavbera şandê han u amadebûyan ve ..
li dawiyê jî bingehê laliş ji şaredar xwest alîkar be ji bo çarekirna pirsgirêkên rutîniyê rojane u dîsan hewlik hebe ji bo ku mafê rêdanê hebe li demê cejina cemayê ku Êizîd bikarin Lalişa xwe zîyaret bikin u heca xwe derbas bikin .. u her dîsa tabloyekê peristgeha Laliş ji bal bingehê lalish ve wek dîyarî pêşkêşî Şaredar kirin u her dîsa serokê bingehê laliş şaredar u şandekî SPD dawetî kurdistanê ji bo dîtina peristgeha Laliş u Êzidîyan kir ..
Hejar Midîr – LMN
ji bo ditina pitir weneyan derbasi vi linke bibe :
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

