شبكة لالش الاعلامية

Şaredarê bajarê Bielefeld Bingehê Laliş zîyaret kir

Şaredarê bajarê Bielefeld ( Oberburgermeister ) berêz ( Pit Clausen ) Bingehê Laliş ( Lalish Zentrum – Deutschland) zîyaret kir u çav bi

hijmareka revenda kurdên Êzidî ket ..

Duh rêketî 11.05 Pit Clausen şaredarê bajarê Bielefeld u nemzetê SPD ji bo xola helbijartinên tê digel şandekî serdana bingehê laliş kir u bi germî ji bal hevaldost u endamên bingehê laliş u kesatiyên rewşenbîrî u civakî hate pêşwazîkirin ..

divê seredanê da Clasen semînarek bi amaddebûna nemzetê Êzidî Nesrettin Akay derbarey helbijartinên welatê Elmaniya pêşkêşkir u çend ronî xiste li piroje u pilanên xwe ..

piştra niqaşek berfireh çêbû dinavbera şandê han u amadebûyan ve ..

li dawiyê jî bingehê laliş ji şaredar xwest alîkar be ji bo çarekirna pirsgirêkên rutîniyê rojane u dîsan hewlik hebe ji bo ku mafê rêdanê hebe li demê cejina cemayê ku Êizîd bikarin Lalişa xwe zîyaret bikin u heca xwe derbas bikin .. u her dîsa tabloyekê peristgeha Laliş ji bal bingehê lalish ve wek dîyarî pêşkêşî Şaredar kirin u her dîsa serokê bingehê laliş şaredar u şandekî SPD dawetî kurdistanê ji bo dîtina peristgeha Laliş u Êzidîyan kir ..

Hejar Midîr – LMN

ji bo ditina pitir weneyan derbasi vi linke bibe :

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PAK: Em Cejna Çileya Havînê li xwişk û birayên xwe yên Êzidî pîroz dikin

Lalish Duhok

Ruydaneka agrberbûnê li kempa Şarya çêbû û çar xîvet bi temamî sotin Nêzîkî demjmêr 2:00 berê sibeha îroheşt xîvetên awareyên Şingalê li kempa Şarya li sinûrê deverdariya Sêmêlê sotin û ziyan gehştine çar xîvetên dî. Pîr Deyan Ce’fer, rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê bo gav got: li berê sibeha îro roja duşembî ruydaneka agrberbûnê li kempa şarya çêbû û çar xîvet bi temamî û çarên dîjî nîv nîve hatin sotin û çi zyanên giyanî nebûn, belku zyan bitenê madî bûn. Amaje da wê çendê jî, ruydana sotina xîvetan ji egerê şortekê karebê bûye û tîmên agrvemrandinê gehştîne cihê ruydanê û berî agr berfrehbibe, hatiye kuntrolkirin. Rêveberê koç û koçber û bersvdana qeyranan li parêzgeha Dihokê da zanîn jî, tevahiya kelupelên pêdvî ji layê wan ve bo ziyan vêkeftyan hatîne dabînkirin û cihê xîvetan dê hête paqjkirin û xîvetên nuy dê bi wan hêne danan.

Lalish Duhok

Gereka Efserên zêrevanî ji Kurdên Êzdî derçû

Lalish Duhok