شبكة لالش الاعلامية

Şingal- Ala Kurdistanê hat bilindkirin

Şingal (Rûdaw) Hêzên Pêşmerge bajêrê Şingalê bi temamî kontrol kirin û alayeke mezin a Kurdistanê li ser siloya Şingalê bilindkirin.

Îro danê nîvro, Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan ve êrişî bajarê Şingalê kirin û derbasî nava bajêr bûn û bajêr bi temamî kontrol kirin.

Hêzên Pêşmerge ala Kurdistanê li ser siloya Şingalê bilind kirin. Ew al pir mezin e.

Li cihna şerê kolanan qewimî. Hêzên Pêşmerge ala Kurdistanê li ser xanî û navendan tê bilindkirin. Moralê Pêşmerge pir bilind e. Hêzên Pêşmerge bi taybetî pêşmergeyên êzîdî dîlanê dikin û dibêjin bijî Pêşmerge bijî Barzanî.

Duhî danê sibê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyona kontrolkirina Şingalê bi beşdariya hêzeke mezin ji Pêşmerge dest pê kir û karîn Şingalê dorpêç bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeka kurd a êzdî bo rêveberiya partiyek Almanî hat helbijartin!

Lalish Duhok

Bi video…Li ber Koşka Spî çalakiya Şingalê

Lalish Duhok

Serxweşîya RIATAZA û FNDK bo wefata Keremê Seyad

Lalish Duhok