شبكة لالش الاعلامية

Rojnamevan Rêbîn Fetah seredana Bingehê Laliş kir

Rojnamevan Rêbîn Fetah seredana Bingehê Laliş kir

Tora Laliş/Duhok

Îro Şembûyê 14î Çirya Êkê 2023,rêzdar”Se’îd Cirdo” serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş û endamên desteya bilind,pêşwazî li rojnamevan û sernivîserê malperê Zêd Prês” Rêbîn Fetah” kir.

Di hevdîtinê da behis li encamdan û drustkirina çendîn çalakyên ragehandnê yên hevbeş di navbera ragehandna bingehê laliş û malperê Zêd Prês da hate krin.

Karwan Ba’edrî,berpirsê ragehandina bingehê laliş ragehand;ku dê kar keyn ji bo hindê gotareka mîdyayî ya myanrew karbiken,êk ji armancên bingehê laliş ewe êdî gotareka mîdyayî ya myanrew peyda bibt û gotara tundrew û kerb û kînê nemînt û dê bizavan keyn di nav hemû mîdya kurdî da kar bo hindê biken.

Bingehê Laliş êk ji mezintrîn sazyên rewşenbîrî û komelayetê yên Êzidîyane û li welatî û ji dervey welatî tayî û nivîsîngehên xo hene,dibyavên cuda cuda xizmeta civaka Êzidiyan diket.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Seroka şanda Îraqî bo nehêlana tundutîjyê seredana Bingehê Laliş tayê Xankê kir

Lalish Duhok

9 mele hatin girtin: ‘We çima bi Kurdî dua kir?’

Lalish Duhok

Konferansa bîranîna 90 saliya Nadir Nadirov hat sazkirin

Lalish Duhok