September 08, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Londonê ye, li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya. Truss dûpat kir ku Brîtanya dê berdewam be li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya Twitterê derbarê civîna li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê peyamek belav kir û got, “Min bi helkefta destbikarbûna wê wek Wezîra Derve ya Brîtanyayê pîrozbahî li Liz Truss kir.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku wan di civînê de gotûbêj li ser çawaniya pêşxistina “peywendiyên me yên bihêz kir” û got, “Min li gel Liz Truss gotûbêj li ser piştevaniya Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê kir.”

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ,”Min ligel Liz Truss gotûbêj li ser aramiya navçeyê û pirsên rojevê yên din kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Liz Truss kir û “pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiyê yên li gel Brîtanyayê li gel Liz Truss dûpat kir.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê,  Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss jî “dûpat kir ku Brîtanya pabend e û berdewam dibe li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê. Brîtanya pabend e û berdewam dibe li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Her li gor daxuyaiyê, Liz Truss tekez kir, “Brîtanya berdewam dibe li ser karkirina li gel hevbeşên me di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Serok Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de spasiya Brîtanyayê kir.”

Di daxuyaniyê de hatiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî “ji ber hevkarî û alîkariyên mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kirine, spasiya Brîtanyayê kir.”

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir, “Nêçîrvan Barzanî pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge li gel Wezîra Derve ya Brîtanyayê gotûbêj kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar jî kir, “Di civînê de sedemên serhildana DAIŞê û metirsiyên wê, hilbijartin, pêşbîniya proseya siyasî û dahatûya Iraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.”

Li gor daxuyaniyan Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Nêçîrvan Barzanî û Liz Truss hevnêrîn bûn ku seqamgiriya Iraqê bo navçe û cîhanê jî girîng e.”

Liz Truss ku berî niha Wezîra Bazirganî ya Navdewletî ya Brîtanya bû, roja çarşemê di çarçova guhertinên di kabîneya hikûmetê de, ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve wek Wezîra Derve hat destnîşankirin.

Liz Truss yekem civîna xwe wek Wezîra Derve ya Brîtanyayê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk tîne.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi