شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî bo John Major: Gelê Kurdistanê hevsozî û dostaniya we jibîr nake

Nêçîrvan Barzanî bo John Major: Gelê Kurdistanê hevsozî û dostaniya we jibîr nake

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londonê pêşwazî li Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê John Major kir. Nêçîrvan Barzanî ji John Major re ragihand, “Gelê Kurdistanê ti caran hevsozî û dostaniya cenabê te jibîr nake.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Londonê di çarçova hevdîtinên xwe yên bi berpirsên pilebilind ên Brîtanyayê re, pêşwazî li John Major, siyasetmedar, Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê û `dostê gelê Kurdistanê` kir.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasî û pêzanînên gelê Kurdistanê bo John Major dûpat kir “ji bo wê piştevanî û hevkariya salên 90î yên sedsala borî ku di rojên teng de pêşkêş kirin û li gel welatên din ên dost bi hawara gelê Kurdistanê ve hatin ku di encamê de biryara 688 a navdewletî derket û navçeya nefirînê û aram bo gelê Kurdistanê hat damezandin.”

Serokê Herêma Kurdistanê têkildarî vê mijarê ji Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê re got, “Gelê Kurdistanê ti caran hevsozî û dostaniya cenabê te, gel û hikûmeta Brîtanya û welatên din ên dost jibîr nake û her tim bi rêz û pêzanîn ve li hevkarî, piştgirî û girîngîpêdana we ya bi doza xwe ya rewa dinêre.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de John Major “soz û xoşewîstiya xwe bo gelê Kurdistanê dûpat kir û hêviya serkeftinê bo gel û ezmûna Herêma Kurdistanê xwest.”

Rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û navçeyê bi giştî û rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û destkeftên 30 sal piştî wê dîrokê ji mijarên din ên civînê bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş pîrozbahî li Metranê nû yê navçeya Elquş kir

Lalish Duhok

Viyan Sebrî: Serok Barzanî navên wezîrên PDKê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê diyar dike

Lalish Duhok

Tecawîzkarên zaroka 16 salî hatin berdan

Lalish Duhok