شبكة لالش الاعلامية

Barzanî hewldanê rijd jibo Şingalê bike parêzgeh dide

Barzanî hewldanê rijd jibo Şingalê bike parêzgeh dide

 Çavkanî :BasNews

Nûnerê Kurdên Êzidî di parlemanê Kurdistanê de Şêx Şamo amaje bi wê yekê kir ku, piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo ku Şingal bibe parêzgeh wan dilxweş dike.

Şêx Şamo ji BasNews re ragehand: “Barzanî hewldanên xwe dide ku riyek yasayî bibîne jibo Şingalê bibe parêzgeh, lêbelê niha astengiyên yasayî hene, jiber ew navçe ser bi madeya 140 a destûrê Iraqê ve ye.”

Navborî got jî: “Barzanî jibo vê mijarê dixwaze çareyekê bibîne, ew bi temamî piştevaniya bûna Şingalê bi parêzgeh dike ev yek jî Kurdên Êzidî dixweş dike.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa îro li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir

Lalish Duhok

Balyozê Gurcistanê: Em piştgiriya hemû mafên Êzdî û Kurdan dikin

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo roja cejna karkerên cîhanê peyamek belav kir

Lalish Duhok