شبكة لالش الاعلامية

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

Bajarê Minbicê bi temamî ji destê DAIŞê hat derxistin

 Çavkanî :basnews

Şervanên YPGê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bajarê Minbicê li parêzgeha Helebê ya Sûriyê bi temamî azad kirin.

Piştî şerekî giran û operasyonek dirêj, şervanên YPG û HSDê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê bajarê Minbicê ji destê DAIŞê derxistin.

Qonaxa dawî ya operasyona Minbicê, ku roja 1ê Hezîrana îsal dest pê kiribû, îro danê sibê hatibû destpêkirin.

Li ser qonaxa dawî ya operasyona Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê gotibû, em êdî neçar in dest bi qonaxa dawî bikin çimkî çekdarên DAIŞê sivîlên ku di destê wan de ne, bernadin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konsulxaneyên 13 welatan ên li Herêma Kurdistanê daxwaza encamdana hilbijartinan dikin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Naha ne dema siyaset kirinê ye û sektora me ya tenduristiyê di ezmûneke din re derbas dibe

Lalish Duhok

Şingal- Nasnameya 104 termên gorên bikom aşkere bûn

Lalish Duhok