شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî: Naha ne dema siyaset kirinê ye û sektora me ya tenduristiyê di ezmûneke din re derbas dibe

Mesrûr Barzanî: Naha ne dema siyaset kirinê ye û sektora me ya tenduristiyê di ezmûneke din re derbas dibe

Basnews

Îro 29.03.2021ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya pêgeha xwe ya taybet a civakî twitterê peyamek bo hemû hemwelatiyan belav kir û dibêje: ‘’Zêde bûna lez a rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê cîhê nîgeraniyê ye. Di vê dema hestyar de li her çar parêzgerên herêma Kurdistanê daxwaz dikim ku wek berpirsyartiya ser milê xwe ya li hember gel bizanin û temamê tedbîrên nû cîhbicîh bikin.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Hemû Kurdistanî xwedî berpirsyartiya hevbeşin li hember xwe û malbata xwe. Ez daxwazê ji we dikim ku di cîhên giştî de maske girêbidin û destên xwe bişon û xwe ji qerebalixî û kombûnan dûr bigrin.’’

Mesrûr Barzanî dibêje: ‘’Naha dema siyaset kirinê nîne, sektora me ya tenduristiyê dubare ji ezmûnekî re derbas dibe. Metirsiya mirinê li ser jiyana hemwelatiyên me zêde bûye. Pêşkeftinên vê dawiyê yên di tekoşîna hember vîrusê de me bidest xistin na di metirsiyê de ne.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bavê ruhanî yê kurdên êzdî Babe Şêx koça dawî kir

Lalish Duhok

Mistefa Kazimî dê beşdarî Lûtkeya Siûdiyê bibe

Lalish Duhok

300 Xêzan û qutabyên awarên şingalê harikaryên darayî ji bingehê laliş wergirtin 

Lalish Duhok