شبكة لالش الاعلامية

Jiyan û serpêhatiya hûnermenda jin Eyşe Şan

Jiyaneke bi êş û keder a di nav hûnerê de hatiye hûnandin.

 Çavkanî : BasNews

BasNews –Eyşê Şana di sala 1938 meha mijdarê li amedê(Diyarbakır) hatiye dinyayê. Eyşê Şan wê demê weke Eyşana Eli, Eyşana Osman, Eyşan xan, Eyşana kurd, u Eyşê Şan hatiye naskirin. Eyşe şan(1938-1996)

Dayîk û bavê Eyşê şan herdu jî, ji Malbateke mezin û naskirî ne. Eyşe şan bi sedema rewşa aborî di sala 1963 ya de berê xwe dide Stenbola ku weke navenda huneri dibîne, u bi sitranên kurdî u tirki konseran dide. Eyşe her çend ji Amed ango ji Diyarbekir jî be jiyana xwe piraniya wê dervey Amedê borandiye. Dîlok ango Enteb, Elmanya, Stenbol, Hewlêr û herî dawiyê jî Îzmîr bune rawestgehên Eyşe Şan ên serekî.

Ayşeşan bi sitrana ez xezalim tê naskirin. Piştî wê bi tomar kirina yekemîn kasêta xwe ya bi tirkî û kurdî, binav bang dibe. Wê demê Eyşê şan di mûzîkê de bi navê xwedavenda bê taç hatiye naskirin.(taç sız kıraliçe)

Eyşê Şan hemû êşên ku di jiyana xwe de kişandiye, dinav sitranên xwede dine ziman, û ew zehmetiyên ku di jiyana xwede pêre şahidî kiriye, hemûyan bi sitranên xwe dide guhdar kirin. Lê mixabin pence şêr li êş u kederên jiyana Eyşê şanê zêde dibe.

Ji ber ku xizmên Eyşê şanê nahêlin ku ew ne dayka xwe bibine, ne jî piştî mirina wê biçe ser mezara wê, ev di jiyana Eyşêşanê de weke kuleke kûr dimine û bi wê sedemê sitrana dayikê tomar dike, bi vê sitrana xwe ve jî hemû ciwanên wê demê bandor dike û dibe efsaneya wê demê.

Eyşêşan bi sedema nexweşiya pence şêrê li Îzmîrê sala 1996ê 18 dê Kanûnê diçe ser dilovaniya xwe

Strana navdar a Eyşe Şanê Eywax Dayê:

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê hikûmetê li balefirgeha Hewlêrê pêşwazî li termê Şêx Şamo dike

Lalish Duhok

Ji Pêşkêşvanîyê bo karsazîyê – Keça kurd kargeha dirûtina Cilûbergên leşkerî damezrand

Lalish Duhok

Civata Êzîdiyên Sûriyê ji ENKSê vekişiya

Lalish Duhok