Bavê alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî: Celadet Alî Bedirxan
Çavkanî :TRT Nûçe
Celadet Elî Bedirxan li sirgunê jiyanek derbaskir û dîsa li surgunê çû ber rehma Xwedê. Li ser zimanê Kurdî gelek lêkolîn û xebat kirin.
Weşangeriya Kovarên wek Hawar û Ronahiyê kir ku ev kovar di dîroka edebiyata modern ya Kurdî de wek berhemên bingehîn tên qebûlkirin.
Piştî têkçûna serhildana Bedirxaniyan dewlata Osmaniyan malbata Bedirxaniya surgunî Stenbolê dike.
Piştî surgunê di 26’ê Nîsana 1893’yan de Celadet Elî Bedirxan li Stenbolê tê dinyayê.
Bavê wî Emir Elî Bedirxan ji bo ku zarokên wî ji çanda xwe dûr nekevin ji herêmê mamosteyên taybet tîne Stenbolê. Bi vê sayê Celadet bi hişmendiyeke Kurdewar mezin dibe.
Di herba cihanê ya yekem de wek serbaz li kafkasyayê di nav artêşa Osmaniyan de şer dike.
Piştî hilweşîna dewlata Osmaniyan ji bo avakirina dewleteke Kurdan berê xwe dide xaka bav û kalan.
Di nav çalakiyên siyasî de li gelek deveran geriya û li ser folklora Kurdan agahî berhev kirin.
Piştî ku îngîlîzan piştgiriya xwe ji Kurdan vekişandin û dewleta Tirkiyê avabû, ji bo hin serokên Kurdan biryara surgunê û ji bo hinekan jî fermana mirinê hat dayîn. Malbata Bedirxaniyan jî di lîsteya fermana mirinê de bû.
Ji ber fermana mirinê Celedat Bedirxan bi hin bira û rêhevalên xwe re berê xwe da Elmanyayê û li Elmanyayê xwendina zaningeha bilind dewam kir. Di dawiyê de jî doktoraya hiquqê qedand.
Pişt re ji ber hin sedemên siyasî berê xwe dîsa da xaka bav û kalan lê dîsa nêçar ma û çû derveyî welêt.
Li Lubnanê bi rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd re rexistina Xoybûnê ava dike.
Pîştî serhildana Agiriyê surgunî Îran û İraqê dibe. Lê li İraqê jî wî rehet nahêlin û surgunî Sûriyeyê dikin. Li Sûriyeyê jî di nav surgunê de surgunek din dijî. Pişt re jî bi zorê wî dişînîn Şamê û li vir bi têkoşîneke cuda dest bi xebatên Kurdewar dike.
Bi rewşenbîrên Kurd re kovarên Hawar û Ronahiyê derxistin. Di kovara Hawarê de alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî ceriband û bi xebatên çandî yên li ser zimanê Kurdî, li Şamê ekoleke nû çêkir.
Piştî kovara Hawarê heta roja dawî ya emrê xwe, bi hemû derfetên xwe hewl da ku li ser zimanê xwe bixebite.
Li Şamê di nav feqîrîyekê de, di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de çû ber rehma Xwedê.
Celadet Elî Bedîrxan li pey xwe gelek berhem û ekoleke nû hiştin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
