شبكة لالش الاعلامية

Çopî: Ji bo pêşmerge û gerîla

Çopî: Ji bo pêşmerge û gerîla

Çavkanî :Rudaw

Hunermenda kurd Çopî Fetah nûtirîn klîba xwe ya bi navê “Pêşmerge” belav kir.

Derbarê klîbê de hunermend Çopî li ser navnîşana xwe ya Fecebookê ragihand, “Erkê min e klîbeke wiha amade bikim. Ez vê klîbê pêşkeşî pêşmerge û gerîlayên Kurdistanê dikim.”

Gotinên stranê yên bavê Çopî, Îhsan Fetah in û awaz jî yê hunermenda navdar e.

Nîma Celîlyan û karmendeke tîma ji Rojilatê Kurdistanê jî karê amadekirina klîbê kirine.

Çopî Fetah ji ber alîkarî û pêşwaziya germ spasiya lîwaya sê ya pêşmerge ya li Firokexaneya Kerkûkê kir.

Beriya 4 mehan jî Çopî Fetah klîbekî bi navê “Kerkûk” belavkiribû.

Derbarê vê klîbê de Çopî ji Rûdawê re eşkere kiribû ku nêzîkê 100 kesan beşdarî girtina dîmenên vê klîbê bûne.

https://www.youtube.com/watch?v=dUaoIGzyWcU

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lyonardo Di Kapiryo yekem xelata Oskarê bidest xist

Lalish Duhok

Çîroka keçeka rizgarbûya Kurda Êzidî dibe Kilîb WAAR TV

Lalish Duhok

Stranên Kurdî bêyî çavkanî bo Tirkî tên wergerandin

Lalish Duhok