شبكة لالش الاعلامية

Çalakvanên Kurda Êzidî “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova wergirt

Çalakvanên Kurda Êzidî  “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova wergirt

 

Çavkanî :Rudaw

Parlamentoya Ewropayê “Xelata Azadî û Ramanê ya Saxarova” îsal da keça kurda êzdî Nadya Murad û Lemiya Beşar ku ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin.

Serokê Parlamentoya Martin Schulz got: “Nadiya Murad û Lemiya Beşar layiqê wê xelatê ne.”

Martin Schulz herwiha got, DAIŞê li hemberî kurdên êzidî nîjadkujî kiriye.

Nadiye Murad ew keça Kurda Êzidî ye ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû girtin û destdirêjî lê hatibû kirin.

Nadia Mûrad ku weke Balyoza Dilpak a Neteweyên Yekgirtî hatibû hilbijartin di sala 2014an de li gel Lamiya Beşer, nêzîkî Şengalê ji destên DAIŞê rizgar bibûn. DAIŞê li gundê Koço yê Mûrad û Beşarê qetlîam pêk anîbûn.

Piştî rizgarbûnê, Nadiye Murad bi hemû awayekê hewl dide tawanên DAIŞê li hember jinên Kurdên Êzidî ji raya cîhanê re aşkere bike û bow ê çendê serdana çend welatan kiriye û ligel berpirsên herî ast bilind ên çend welatan civiyaye.

Xelata Azadî û Ramanê dê 14ê Berfenbarê  bê pêşkêşkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Em dê hemû hewlekî bidin bo ava kirina bingehekî aboriyekî pêşkeftî

Lalish Duhok

Barzanî: Piştî azadiya Şingalê armanca me ya serekî avakirina navçeyê ye!

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Patrîkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê kir

Lalish Duhok