Civata asayîşa herêmê danpêdana êrîşkerên Kerkûkê belav kir
Civata asayîşa herêmê ragîhandinek tabet bi êrîşa Daişê bo ser Kerkûkê belav kir û amaje bi wê yekê hatîye kir ku terorîstan danpêdan bi tawana xwe kir.
Di ragîhandinekê da civata asayîşa herêmê dîyar kir: êrîşa terorîstên Daişê û şaneyên nivistinî yên wê rêxistinê şikestin anî û terorîstan danpêdan bi plana xwe kir.
Civata asayîşê amaje bi wê yekê kirîye: rêxistina Daişê nêzîkî 200 çekdarên xwe ji deverên cuda yên Hewêce gihandine nawçedarîya Beşîr û ji wêrê bi pîyan heta gundê Ebadat hatîne paşê bi du qelabeyan gihandîne nêzîkî kompanîya Tarq li başurê Kerkûkê.
Li gorî ragehandina civata asayîşê daye zanîn: şaneyên nivistî yên Daişê bi çar trombêlên (Kîya barhilgir) li çend demên cuda yên berê sibê ya roja 21ê vê mehê çekdarên xwe gihandine nava bajarê Kerkûkê û paşê êrîş li çend gerekan û baregayên îdarî û emnî û sîyasî destpêkirîye, lê di hember da welatîyan û sazîyên emnî yên Kerkûkê bersiva êrîşa terorîstî da û şikand.
Sebaret girtina çekdarên Daişê li Kerkûkê di ragîhandinê da hatîye: sazîyên ser bi civata asayîşa herêmê li heman demê rûbrûna terorîstan operasyoneka hewalgîrî û meydanî destpêkir û karî şaneyên nivistî yên alîkarîya wê êrîşê bigrin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
