Şêx Şamo di gel qunsilê giştî yê Ferensa li Hewlêr civya
Çinar Şemo \LMN
Li rekeftî 2\11\2016 ê di seredanekê da bo qunsilya wellatê ferensa li Hewlêr , berêz Şêx Şamo nûnerê Êzidya li perlemanê kurdistanê û serokê desteya bilinda bingehê laliş di gel berêz (Dumînîk Mas) qunsilê giştî di civîne de rewşa kurdên Êzidî piştî rudana karesata Şingal û wê zordarya mezin ya li Êzidyan hatî kirin û yeklayî kirina çarenivîsê deverên Êzidyan piştî rizgar kirina wan ji alyê hêzên pêşmerge û rizgarkirina Musil û kawdanên Kurdistan têre derbas dibe û rewşa perîşana aware û girtî û êxsyrên destê tîrorstên DASH û çawanya avadankirina deverên ezidya û keysa cînosaîd naskirina karesata Êzidya li Şingalê ji mijarên giring yên vê hevdîtinê bun .
Şêxî jî ji alyê xweve dîtin û boçon û daxwazyên xelkê xwe arasteyî qunsilê giştî yê ferensa kirin , herwisa rêbere bingehê laliş û du raport û amarên taybet bi karesata Şingal ji alyê Şêxî ve hatine pêşkeş kirin , dîsan Şêxî qunsil bi armê laliş xelatkir jibo wê yekê zedetir piştevanya kurdên Êzidî bin di çarçovê kurdistanê da.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
