Cenazeyê Osman Ocalan li Pîrmamê hat veşartin
Hewlêr (Rûdaw) – Osman Ocalan ku îro li Hewlêrê koça dawî kiribû, li navçeya Pîrmam a ser bi Hewlêrê ve hat veşartin.
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan ev 25 roj bûn bi nexweşiya Coronayê ketibû û li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr a pizîşkî de bû.
Lê Osman Ocalan ku berê jî ji ber şekir û guvaşa zêde a xwînê dihat dermankirin, tevî hemû hewldanên pizîşkî jî îro demjimêr 04.30 li nexweşxaneya Newroz a Hewlêrê koça dawî kir.
Cenazeyê Osman Ocalan ku serkirdeyekî pilebilind ê PKKê bû, bi beşdariya heval, kesûkar, malbat û berpirsên partiyên siyasî, li Goristana Ebdulhadî a li navçeya Pîrmam a ser bi Hewlêrê ve bi axê hat spartin.
Hevalekî Osman Ocalan ê bi navê Mehmûd, li ber deriyê mala wî ji peyamnêra Rûdawê re ragihand ku ev 25 roj bûn, Osman Ocalan bi nexweşiya Coronayê ketibû.
Li ser dawî kêliyên Osman Ocalan jî, hevalê wî Mehmûd ku dibêje, ew 40 salan rêheval bûn, tekez dike, di wê heyama 25 rojan de li nexweşxaneyê li gel Osman Ocalan bû, lê “nedikarî biaxive.”
Birayê Osman Ocalan, Mehmet Ocalan jî derbarê wefata birayê xwe de ji Rûdawê re ragihand ku ew gelek xemgîn in.
Li ser egera birina cenazeyê wî yan jî sazkirina merasîmekê li Bakurê Kurdistanê jî Mehmet Ocalan got, “Zarok û hevjîna wî dê biryar bidin. Em dê biryarekê bidin.”
Li ser agahdarkirina Abdullah Ocalan jî Mehmet Ocalan got, ew di bin tecrîdeke giran de ye “rê bi ti hevdîtinekê nayê dayîn.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî