شبكة لالش الاعلامية

Ehmed Turk hat berdan

Ehmed Turk hat berdan

BasNews

Siyasetmedarê kurd û şaredarê berê yê Mêrdînê Ehmed Turk hat berdan.

Parêzera Ehmed Turk, Zeyneb Boztoprak li ser twîttera xwe ragihandiye ku dadgeha Mêrdînê fermana berdana Ehmed Turk daye.

Ehmed Turk, bi tohmeta endamtiya PKKê dawiya meha Mijdara par hatibû girtin.

Hat gotin ku fermana berdana Ehmed Turk ji ber kêşeyên tenduristiya wî bûye.

Ehmed Turk, destpêkê dema hat girtin derbasî zîndana Sîlîvrî ya Stenbolê hat kirin paşê ji wir derbasî zîndana bajarê Elezîzê hat kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Balyozê Gurcistanê: Em piştgiriya hemû mafên Êzdî û Kurdan dikin

Lalish Duhok

Şingal…Êrîşa tolvekirina gundê Koço destpêkir

Lalish Duhok