Fermandarê Dije Terora Duhokê jiyana xwe jidest da!
Rûdaw
Îro danê sibê Fermandarê Fermandeya Dije Terora Duhokê General Wehîd Kovlî ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest da.
Berpirsê Eniya Tilsiqof a Hêzên Pêşmerge General Tariq Hernî ji Rûdawê re ragihand; “Îro danê sibê Fermandarê Fermandeya Dije Terora Herêma Duhokê Wehîd Kovlî ji ber krîza mejî li mala xwe jiyana xwe ji dest daye.”
Herwiha pismamê wî Ebdullah Kovlî ji Rûdawê re got; “Demjimêr 08.00ê îro danê sibê, Wehîd Kovlî li mala xwe ya li Duhokê koça dawî kir. Biryare îro li nexweşxaneyê pişkînîna dawiyê bê kirin û paşî li Gorîstana Şaxkê bê veşartin.”
Wehîd Kovlî 46 salî ye û Fermandarê Fermandeya Dije Terora Duhokê bû. Kovlî li eniyên şer beşdarî çendîn operasyon û şeran bibû û di nav Hêzên Pêşmerge de weke kesek zîrek û aza dihate naskirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
