شبكة لالش الاعلامية

Hejmara kuştiyên DAIŞê gelek zêde bûye

Hejmara kuştiyên DAIŞê gelek zêde bûye

 BasNews

Di encama operasyona azadkirina Mûsilê de hejmareke zêde li cekdarên DAIŞê hatin kuştin û beşek zêde jî ji aliyê DAIŞê ve hatine gulebarankirin.

Ajansên  Iraqî amaje bi vê yekê dikin ku di encama operasyona azadkirina Mûslê de hejmarek zêde li çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku hejmara wan bi sedan kes tê texmînkirin û beşek zêde li wan kuştiyan di şerê li gel artêşa Iraqê de hatine kuştin. Endamê Encûmena Mûsilê, Xezwan Davudî ji bo BasNews ragehand:”Hejmarek zêde li çekdarên DAIŞê di encama rev û derçûn li rênimyên DAIŞ ji aliyê DAIŞê ve hatine gulebarankirin.”

Wî berpirsî got ku:”Beşek zêde li wan  biyanî bûn û beşek jî Iraqî bûn ku bi temamî hatin kuştin û beşek din jî ber bi rojhilata Mûsilê ve reviyane.”

Di dawiyê de got ku:”Hejmara kuştiyên DAIŞê di zêdebûnê de ye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Almanya wêneyê Ocelan û alayên PKK qedexe kir

Lalish Duhok

Êzdiyan nerazîbûna xo diyarkirin

Lalish Duhok

Mîr Dasin Faruq Beg: Xelkê Şingalê geheştine wê baeriyê ku milîs naxwazin Êzdî li bajêr bimînin

Lalish Duhok