شبكة لالش الاعلامية

Cenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman gihîşt Hewlêrê

Cenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman gihîşt Hewlêrê

Cenazeyê pêşmergeyê xwebexş, Dr. Silêman (Seîd Çurûkkaya) gihîşt Kurdistana Başûr.

Îro danê êvarê, cenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman, ku di encama teqîna bomba DAIŞê de li eniya şer şehîd bibû, gihîşt paytext Hewlêrê.

Peyamnêrê BasNewsê li Almanya ragihand, cenazeyê Dr. Silêman ji bajarê Duseldorf ê Almanya ber bi Herêma Kurdistanê hat şandin.

Peyamnêrê BasNewsê her wiha got, malbat û mirovên Dr. Silêman jî bi cenazeyê wî re hatin Başûr.

Cenazeyê Dr. Silêman, piştî merasimên fermî dê bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl – Xabûrê re derbasî bajarê Çewlîgê yê Kurdistana Bakûr were kirin û li wir were veşartin.

Seîd Çurûkkaya, ku navê wî yê din Dr. Silêman bû, roja 26 Cotmeha îsal li gundê Tîsxirab ê Başîkê, dema bombeka DAIŞê pûç dikir, ji ber teqîna bombê giran birîndar bû. Ew birin Almanya lê roja 30 Cotmehê şehîd bû.

Dr. Silêman li herêma Çewlîgê ya Kurdistana Bakûr ji dayîk bibû. Ew li Almanya dijiya lê piştî ku DAIŞê êrişî Başûr kir, çû eniya şer. Dr. Silêman li eniya şer, bomb û mînên ku DAIŞê danîbûn, pûç dikir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Dayikeke Êzidî: Kurê min ji Facebooka çekdarekî DAIŞê xwe gihand min

Lalish Duhok

Konsula Brîtanya: Pêwîste rêkeftina Şingalê bê cîhbicîh kirin û jiyana Êzidiyan bê asayî kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî: Take rêya derbaskirina pirsgirêkan yekrêzî ye

Lalish Duhok