شبكة لالش الاعلامية

Qaymeqamê Şingalê: Çekdarên PKKê li keçeka êzîdî dan!

Qaymeqamê Şingalê: Çekdarên PKKê li keçeka êzîdî dan!

Çavkanî :Waar Media

 

Qaymeqamê bajarê Şingalê yê Kurdistana Başûr ragihand, çekdarên PKKê yên li devera Şingalê li keçeka êzîdî dane û xwastine wê bibin Qendîlê.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, şeva borî çekdarên PKKê li keçeka êzîdî dane û xwastine wê bibin Qendîlê lê keçik neçûye.

Mehma Xelîl her wiha gotiye, ev cara yekem nîne hêzên PKK kêşe ji xekê Şingalê re çêdikin. Heta ew ji Şingalê dernekevin xelkê Şingalê asûde nabin. Ew bûne asteng li pêşiya nûavakirina Şingalê jî.

Qaymeqamê Şingalê aniye ziman ku PKK dixwaze Şingalê bike qendîla duyemîn û gotiye, eger PKK tiştekî wisa bike yek ji naxwaze di bin wê desthiltê de bimîne.

Heta niha gelek caran xelk û rayedarên Şingal û Herêma Kurdistanê daxwaz ji PKKê kirine hêzên xwe ji devera Şingalê derxînin lê PKK heta niha guh nedaye wan daxwaziyan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mehma Xelîl: Vekêşana PKKê li Şingalê, di berjewendiya xelkê deverê de ye

Lalish Duhok

Mezinekî êzîdiyan: Divê kurdên êzîdî du caran piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin

Lalish Duhok

Flîp Xoslan” ji Balyozxana Ferensa li Iraqê‌ seredana bingehê‌ laliş kir û digel berêz”Şêx Şamo” civya”

Lalish Duhok