شبكة لالش الاعلامية

Partî: Dibin ronahîya peyama Barzanî amdene digel hemû alîyan kom bibin

Partî: Dibin ronahîya peyama Barzanî amdene digel hemû alîyan kom bibin

Çavkanî :Waar Media

Partîya demokrata Kurdistan, temama piştevanîya xwe bo peyama serokê herêmê ragîhand û dîyar kir, ew amadene digel hemû alîyên sîyasî yên herêmê, dest bi danustandinan bikin.

Mehmûd Mihemed, peyvdarê fermî yê partî dîyar kir, peyama Barzanî, di dem û saetekê guncayî dabû û partî wê peyamê bi derwazeya çarekirina kêşeyên navxwe yên herêmê dizane û di rewangeha xwendina babetane da bo rewşa deverê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî, partî çarekirina qeyranên sîyasî bi gringî dizane, daku rê li planên hemû dijminan bê girtin û bersîngê hemû astengan bê girtin.

Daye zanîn jî ku partî bi temamî piştevanîyê li peyama Barzanî dike û bi biha berê xwe di dide û her ji niha jî, ew amadene dest bi danustandinan digel hemû alîyên sîyasî yên Kurdistanê bikin, daku li bin ronahîya naveroka peyama Barzanî da, mekanizmek bo çewanîya çarekirina kêşeyan bê dîtin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hûrgiliyên kuştina bazirganê Kurdê Êzidî li sînorê Duhokê

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

Lalish Duhok

Bajarê Mûsilê Tenê 20% di destê de DAIŞê maye

Lalish Duhok