شبكة لالش الاعلامية

Perwaz Husên jibo sazkirina konserekî wê here Îmaratê

Perwaz Husên jibo sazkirina konserekî wê here Îmaratê

Çavkanî :Rudaw

Jina hunermenda kurd û stêrka werza duwem a pêşbirka bernameya Ereb Idolê Perwaz Husên diyar kir ku di demekê nîzîk de dê ji bo konserekî here Dubeyê.

Perwaz Husên ji Rûdawê re ragihand ku dê ligel hevjînê xwe Goran Salih, jib o sazkirina konserekî herin Îmaratê.

Jina hunermenda kurd, piştî beşdarbûna pêşbirka deng a bernameya Ereb Idol, di nav welatên erebî de bû xwediyê navûndengek mezin.

Perwaz Husên herwiha got: “Bi berdewamî ji aliyê berhemêner û şîrketên erebî ve, bi taybet jî ji aliyê grûba MBC ve têm vexwendin. Pêwendiyên min li gel wan bi hêz in.”

Perwaz Husên da zanîn ku li Kurdistanê û welatên erebî çalakiyên xwe berdewam dike.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Helly Luv û Ronaldinho hatin ba hev

Lalish Duhok

Stranbêja Kurd: Ji ber ku kurdî nizanim, ez şerm dikim

Lalish Duhok

Li Lozanê konsêrta Şivan Perwer û Hewlêrê

Lalish Duhok