شبكة لالش الاعلامية

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Amerîka cardin ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

 BasNews

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve, ji ber ku Şingal ne cihê PKKê ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby duh di konfranseke rojnamevanî de ragihand, PKK di nava lîsta terorê ya Amerîkayê de ye û nabe ti roleke wê li Şingalê hebe. Hebûna PKKê li Şingalê bûye sedem ku ew grûp bibe astengek mezin li pêşiya lihevhatin û vegera xelkê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka gazî Hikûmeta Kurdistanê û hemû navendên peywendîdar kir ku bo vegera koçberên Şingalê, hêsankariyê bikin.

Wezareta Derve ya Amerîka di demekî de ji PKKê dixwaze ji Şingalê derkeve ku çend roj berê jî şandeke Amerîkî serdana çiyayê Şingalê kiribû û daxwaz ji PKKê kiribû hêzên xwe ji Şingalê derxîne.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heyder Ebadî êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir

Lalish Duhok

Li Herêma Kurdistanê 2543 kesên din bi Koronayê ketin

Lalish Duhok

Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê: Qanûna piştgirîkirina keçên Kurdên Êzidî cîbicî bike

Lalish Duhok