شبكة لالش الاعلامية

Berpirsê PDKê li Şingalê: PKK dixwaze ji Bakûr û Rojava hêz derbasî Şingalê bike

Berpirsê PDKê li Şingalê: PKK dixwaze ji Bakûr û Rojava hêz derbasî Şingalê bike

BasNews – Berpirsê PDKê li Şingalê dibêje, em nahêlin PKK devera Şingalê bike Qendîla duyemîn.

Berpirsê PDKê li Şingalê Wehîd Bakozî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, êdî Amerîka û hinek welatên Ewropa jî ji hebûna hêzên PKKê li Şingalê aciz in û dixwazin PKK ji wir derkeve.

Wehîd Bakozî her wiha gotiye, PKKê çend avahiyên fermî yên Şingalê dagîr kiriye û niha jî dixwaze çekdarên xwe ji Bakûr û Rojava derbasî Şingalê bike. Lê emê nehêlin PKKê Şingalê bike Qendîla duyemîn. Divê PKK ji Şingalê derkeve.

Wî berpirsê PDKê daye xuyakirin ku xelkê Şingalê êdî naxwazin PKK li Şingalê bimîne û gotiye, xelkê dibêjin bila PKK zû ji Şingalê derkeve çimkî PKK li wir aloziyê derdixe û mîna Heşda Şeibî pere ji Bexdayê distîne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê: Emê bi Hêzên Pêşmerge re dest bi operasyona Hewîceyê bikin

Lalish Duhok

Hikûmeta herêma Kurdistanê raporta Human Rights Watch ret kir

Lalish Duhok

bi xune bê ka wê nave te di nav de hebe

Lalish Duhok