شبكة لالش الاعلامية

“Şêx Şamo”seredana Qutabxana (Ronahî/teaxî) li komelgeha Xankê kir

“Şêx Şamo”seredana Qutabxana (Ronahî/teaxî) li komelgeha Xankê kir

tora laliş ya ragehandinê‌

îro roja pêncşemê‌22\12\2016 ‌berêz “şêx şamo” endamê‌ perlemanê‌ kurdstanê‌ û serokê‌ desteya bilnda bingehê‌ laliş ،seredana qutabxana (ronahî/teaxî) li komelgeha xankê kir û ji alyê‌ kargêrya qutabxanê‌ ve bi germî hate pêşwazîkrin.

di seredana xo de berêz”şêx şamo” ji nêzîk ve haydarî rewşa qutabxanê‌ bi şêweyekê‌ giştî bû û di dîdarekê‌ de ligel kargêrya qutabxanê‌ pştevanya xo bo pêşvebirn û rêvebrna qutabxananê‌ dûpatkir û guhdarî li gile û gazndên wan kir daku ev prose bi serkeftyane bi rêve biçe.

jilayekê‌ dîve “şêx şamo” di peyvekê da bo qutabyan dyarkir û got: pêtviye wireya we ya bilnd be û raste barudoxê we yê‌ di jyaneka sext û dijwar û awareyê‌ de derbaz dibe،belê‌ îrada qutabyên me li sala borî da û noke jî bihêztre jivê‌ çendê‌ û daxwaza serkeftnê‌ bo wan kir û piştevanya xo bo wan û mamostayan dûpatkir bo wê‌ yekê‌ bikarin saleka serkeftî û pile û encamên baş temam bibe.

li dawyê‌ jî mamosta û kargêrya qutabxanê‌ supasya”şêx şamo”kirin ku her ji destpêka vê‌ qutabxanê‌ bi piştevanya serokê‌ hikumeta herêmê‌ rêzdar “nêçîrvan barzanî” dirêxî nekirye di piştevanî û serrast kirna kêmasyan de û çavdêryeka berdewam bo arîşên me krîne،daku bi serkeftyane xizmeta qutabyan bikeyn.

bo zanîn eve dûsale qutabxanên taxî bi piştevanya hikûmeta herêma kurdistanê‌ hatîne vekrin û divan dû salên borî de çarenvîsê‌ zêdetr ji 3 hezar qutabyên êzdî yên pola dwazdê‌ qurtal krîne û qonaxa qutabxanê‌ temam krîne û bo zanko û peymangehên herêmê‌ hatîne veguhastin.

15541119_1095674773863763_401594299891114183_n 15697454_1095675693863671_4225913343176227274_n 15589625_1095674720530435_6201135670602816932_n 15665509_1095675630530344_8143510751568187841_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Trajediya zarokê 4 salî

Lalish Duhok

Eşîrên êzîdî: Bila eşîrên ereb navê endamên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne, eşkere bikin

Lalish Duhok

Duhok – 50 ton mazî ji bo derveyî Herêma Kurdistanê hatin henarde kirin

Lalish Duhok