شبكة لالش الاعلامية

Heftenameya Bas du hefte berê rêkeftina Tirkiye û Iraqê li ser Şingalê eşkere kiribû

Heftenameya Bas du hefte berê rêkeftina Tirkiye û Iraqê li ser Şingalê eşkere kiribû

BasNews

Heftenameya Bas du hefte berê rêkeftina ku Bexda û Enqerê li ser derxistina PKKê li Şingalê kirine, eşkere kiribû.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim duh li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, Yildirim û Ebadî di civîneke rojnamevaniyê de ragihandin ku Tirkiye û Iraqê li ser mijara Başîk û Şingalê li hev kirine.

Yildirim got, Ebadî soz daye dê PKKê ji Şingalê derxîne. Ebadî jî got, Yildirim soz daye hêzên xwe ji Başîkê derxîne.

Ev lihevkirin û rêkeftina Enqere û Bexdayê, du hefte berê di hejmara 316 ya heftenameya Bas de bi navê “Hikûmeta Iraqê bi mercekî amade ye PKKê li Şingalê derxîne ku Tirkiye hêzên xwe ji Başîkê vekişîne” belav kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidiyan: Divê 5 kursî kota bo Êzidiyan bê terxankirin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş: hîvîxwazin sala xêr û xoşyê bit bo hemû pêkhatên gelê Kurdistanê

Lalish Duhok

Li Bexdaya paytexta Iraqê, 2 kurdên êzidî ji aliyê komeke çekdaran ve hatine kuştin.

Lalish Duhok