شبكة لالش الاعلامية

Viyan Dexîl: Ji ber pevçûnên li Şingalê 4 hezar sivîl koçber bûne

Viyan Dexîl: Ji ber pevçûnên li Şingalê 4 hezar sivîl koçber bûne

Parlamentera Şingalê ya PDKê: Eger PKK di zûtirîn dem de ji Şingalê neyê derxistin, divê rayedarên ewlehiyê xwe ji bo her senaryoyekê re amade bikin

 Parlamentera Şingalê û Berdevka Firaksiyona PDKê li Encûmena Nûneran a Iraqê Viyan Dexîl ji bo Kurdistan 24  ragihand , di çend rojên borî de nêzîkî 4 hezar Êzidî ji Şingalê koçber bûne û pêwîstiya wan bi piştgiriya lezgîn heye.

Viyan Dexîl di daxuyaniyekê de ragihand, “Di çarçoveya plana sepandina yasayê de ya ji aliyê artêşa Iraqê ve li navçeya Şingalê hatiye cîbicîkirin ku di encamê de şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û endamên hêzên YBŞê yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê de derketin û hêzên YBŞê rêyên gund û bajarokên navçeya Şingalê li pêş welatiyên sivîl birîn.”

Diyar kir jî, “Ev jî bû sedema ku zêdetirî 4 hezar welatiyên Êzîdî ku di nav wan de jin, zarok û kal û pîr hene, ku ber bi parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistanê ve koçber bibin.”

Viyan Dexîl da zanîn jî “Ev sivîlên ku ji ber xirabbûna rewşa ewlehiyê direvin, pêwîstiya wan bi alîkariya bi lez û piştgiriya mirovî hene.”

Diyar kir jî, “65 hezar malbatên Şingalî li Herêma Kurdistanê dijîn, ji wan nêzî 27 hezar malbat di kampan de dijîn û 37 hezar û 500 malbat li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin û di nava du salên borî de tenê nêzî 9 hezar malbat vegeriyan Şingalê.”

Herwiha got: “Em hişyariyê didin ku her têkçûneke nû ya ewlehiyê, tê wateya hejmareke mezin ji xelkê Şingalê ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bibin. Eger endamên PKK di zûtirîn dem de ji Şingalê neyên derxistin, divê rayedarên ewlehiyê yên têkildar xwe ji bo hemû senaryoyan amade bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Şingal – Kurdên êzîdî li Şerfedînê li dijî PKKê kom dibin

Lalish Duhok

PDK: Ji bo cîbicîkirina madeya 140 yekrêziya navxwe ya Kurdistanê pêwîst e

Lalish Duhok

serokê desteya bilinda bingehê laliş seredana pêşmergehên di hêrşa duhî da birîndar buîn kir

Lalish Duhok