شبكة لالش الاعلامية

Li Sinûnê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket

Li Sinûnê şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Şer û pevçûn careke din di navbera çekdarên PKKê û hêzên artêşa Iraqê de li qezaya Şingalê derket û çekên sivik û mamnavend tên bikaranîn.

Peyamnêrê K24ê li Şingalê da zanîn, îro danê sibê şer û pevçûn careke din di navbera çekdarên PKK û artêşa Iraqê de li rêbenda Tobal a li nahiya Sinûnê ya ser bi Şingalê ve derketin.

Peyamnêrê me da zanîn, ji şeva borî ve şer û pevçûn di navbera PKK û artêşa Iraqê de li navçeya Bab Şilo yê li rojavayê Şingalê derketiye û heta niha jî berdewam e.

Diyar kir jî, di şer û aloziyan de çekên sivik û Doşka tên bikaranîn.

Jêderekî ewlekariyê ji Peyamnêrê K24ê re ragihand, ji encama pevçûnan, 2 leşkerê Iraqî û çekdarekî PKKê birîndar bûne.

Destnîşan kir jî, hemû rêyên dikevin nahiya Sinûnê jî bi axê hatine girtin.

Bab Şilo nêzîkî komelgeha Xanesorê ye û binkeyên çakdarên ser bi PKKê ve lê ye.

Çend roj in alozî di navbera artêşa Iraqê û hêzên ser bi PKKê ve li nahiya Sinûnê û qezaya Şingalê derketine û artêşa Iraqê jî hejmareke mezin ji tank, çek û cebirxaneya leşkerî şandin wê qezayê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mamostayekî zankoya Warşo wê raporekê li ser êzidîyan dirust bike

Lalish Duhok

Gencên Êzdiyan bi rêya berîkaneyên rewşenbîrî xwe pêşdixin

Lalish Duhok

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Cejna Cemayê li kurdên êzîdî pîroz kir

Lalish Duhok