Mercên dayîna karta vaksîna koronayê hatin destnîşan kirin
BasNews – Wezareta tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê karta vaksînê bo kesên ku vaksîn li xwe dane çêdike.
Rêveberê teknolojî û zanyariyê li wezarata tenduristiyê Herbî Keto ji BasNewsê re ragehand. ‘’Wezareta tenduristiyê rênmayiyên dayîna karta vaksînê derxistine.’’
Herbî Keto ragehand: Ew kesên karta vaksînê ji bo wan bê çêkirin, divê herdu vaksîn jî li xwe dabin.
Herwaha got, dê cîhekî ji bo dayîna karta vaksînê diyar bikin û ew kart dê ji wan kesan re bê dayîn ku geştên derve dê bikin.
Herbî Keto ragehand, ew kesên daxwaza karta vaksîna vîrusa koronayê dikin, divê pasaport û ew karte jî li gel wan be ku piştî wergirtina vaksîna yekem û duyem ji wan re hatiye dayîn.
Keto ragehand, aliyê ewlehiyê yê wê kartê gelek bihêze û egera çêkirina wê kartê ya sexte tine û li hemû cîhanê jî kar pê dikare bê kirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî