February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Civaka Êzdî: Bexda tenê ji bo reklamê behsa avadanî û dabînkirina asayîşê li Şingalê dike

Civaka Êzdî: Bexda tenê ji bo reklamê behsa avadanî û dabînkirina asayîşê li Şingalê dike

BasNews – Kesayet û rewşenbîrên kurdên êzdî dibêjin ti sûdekî hikûmeta Iraqê negeheştiye wan û li hember dosyaya êzdiyan jî Bexdayê ti sozekî xwe bicîh neaniye û tenê ji bo reklam behsa avadnî û dabînkirina asayîşê li Şingalê dikin.

Rêveberê giştî yê karûbarên êzdiyan li wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bexda sozên xwe yên ji bo êzdiyan bicîh nake, tişta ku hikûmeta Iraqê li hember rewşa xirab a êzdiyan dike, bi dîtina min tenê reklam e, û ne ti tiştekî din e û ti tiştekî jî bo êzdiyan nake.’’

Xeyrî Bozanî got: ‘’Hikûmeta Iraqê gelek soz dane êzdiyan, lê sozên xwe bicîhneanîne. Gelek caran jî êzdiyan daxwaza alîkariyê ji Bexdayê kiriye, lê ti alîkariyek jî nedaye.’’

Herwwaha kesayeta êzdî li Şingalê Şemo Culî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êzdî tu sûdekî ji hikûmeta Iraqê nabînin, tenê dema şandeyekî hikûmeta Iraqê serdana Şingalê dike, tenê bi gotinan xizmeta êzdiyan dikin.’’

Şemo Culî got: ‘’Bexda sozên xwe yên li hember dosya êzdiyan bicîh nayne û devera êzdiyan di bin kontrola hikûmeta Iraqê de roj bi roj dikeve bin metirsiyê de.’’

Rizgarbûyê êzdî yê dest rêxistina terorîst a DAIŞê Elyas Salih jî derbarê gorên komî yên gundê Koço de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Iraq ti tiştekî ji bo êzdiyan bicîh nayne, her çi heye her nivîsandina ser kaxezê ye û Bexda her dixwaze êzdiyan razî bike. Ji bo nimûne hikûmeta Iraqê gelek caran gotiye gundê Koço emê ava bikin, lê heta naha Koço gundeke kawil û wêran û bêhtir ji salekî ye jî beşek ji termê xelkê ji komkujiya Koço yê li bijîşkê dadî yê Bexdayê maye û hîn jî Bexdayê ti encamek derbarê wan terman de nedaye xelkê.’’

Elyas Salih got: ‘’Şandeyên bilind ên hikûmeta Iraqê ku serdana Şingalê dikin, dibêjin emê Şingalê bikin Şam a şerîf û gelek xweş bikin. Lê dema ji Şingalê derdikevin ti tiştekî bo vî bajarî nakin.’’

Yek ji qurbanên karesata gundê Koço Behcet Xelîl jî ji BasNewsê re got: ‘’Dema şandeya Iraqê serdana Şingalê dikin dibêjin gorên komî dê vekin û kesên ziyan geheştiye wan di karesata Şingalê de dê qerebû bikin û piştevaniyê dê ji bo rizgarbûyên dest DAIŞê bikin û bangeşeya avadaniyê û dabîn kirina asayîşê bo Şingalê dikin, lê hemû jî derew in, her tiştekî jibîr dikin û ti sozekî jî bicîh naynin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi