شبكة لالش الاعلامية

Şandekî bilind yê welatê Elmanya diseredana xwe bo kurdistanê da digel Êizdî û Mesîhya civya

Şandekî bilind yê welatê Elmanya diseredana xwe bo kurdistanê da digel Êizdî û Mesîhya civya

Ragehandna Bingehê Laliş/Hewlêr

Rêkeftî 2\2\2017 li Hewlêr şandekî bilind yê welatê Elmanya yê pêkhatî ji berêz(Gêrd Mulr) Wezîrê hemahengî û geşepêdana aburî ya hikumeta Elmanî û xatu (Klawdya Ros) cêgra serokê Perlemanê Elmanya û Balyozê Elmanya li Îraqê û serokê Rêkxstya (JIZ) û stafê digel wan digel komeka Êzidî û Mesîha civyan.
beşdarbuyên Êizdî pêkhatbûn ji berêz (Şêx Şamo)
،berêz ( Nayf Caso)،berêz،(D. Memo)،berêz ( D. Mîrza Dinanî)u berêz (Xidir Dumlî).
dicvînê da rewşa pêkhatên Aynî û netewî bi giştî û bi taybet rewşa Êzidyan piştî rudana karesata Şingal û wê zordarya mezna li Êzidya hatî kirin û yeklay kirina çarenvîsê deverên êzidya piştî rizgarkirna wan ji alyê hêzên pêşmerge û rizgarkirina Musil û kawdanên Kurdistan têra derbas dibe û rewşa perîşana awara û girtî û êxsîrên destê tîrorstên DASH û çawanya avedankirina deverên Êzidya û keysa cînosaîd naskirina karesata Êzidya li Şingalê ji mijarên girng yên vê hevdîtnê bûn.
li dawyê jî amarên taybet bi karesata Şingal ji alyê Şêxî ve bi raportek nivîsandî radestî şandê mêvan kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyên êzî pîroz kir

Lalish Duhok

Şandekî rojnamevanan seredana ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş kirin.

Lalish Duhok