شبكة لالش الاعلامية

Keçekê kurdên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bû

Keçekê kurdên êzidî ji destê DAIŞê rizgar bû

Rûdaw

Keçêkê kurdê êzidî yê 22 salî li Mûsilê ji destê DAIŞê hate rizgarkirin û gihişte malbata xwe.

Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî li Duhokê Hisên Koro ji Rûdawê re ragihand, îro danê sibê 31-03-2017, keçekê êzidî yê 22 salî ji Mûsilê rizgar bûye û gihitşiye xizmên xwe yên li nahyeya Bêadrê ya Duhokê.

Hisên Koro da zanîn, ku çend kurdên din ên di destê DAIŞê de pêwendî ligel wan de danîne û dê di demeke nêzîk de ew jî werin rizgarkirin.

Di dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê ya 3ê Tabaxa 2014ê de nêzîkî 6 hezar kurdên êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha Îlona 2014ê de li Duhokê bi armanca rizgarkirina kurdên êzidî nivîsîngeheke taybet damezrand. Ji wê demê ve heta niha nêzîkî 3 hezar kurdên êzidî hatine rizgarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gorişme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan

Lalish Duhok

Qasim Şeşo radigehîne : Kurdên Êzdî ji bilî alaya Kurdistanê ti alayek din qebûl nakin.

Lalish Duhok

Şandekê qutabiyan ji zankoyên welatê Elmanya seredana peristgeha Laliş kir.

Lalish Duhok