March 15, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî:Di paşarojeke nêzîk de referandûm tê encamdan

Barzanî:Di paşarojeke nêzîk de referandûm tê encamdan

BasNews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şanda ligel civiya.

Roja pênşem 30.03.2017e birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê pêşwaziya António Guterres Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şandekî li gel kir û piştî bi xêrhatina wî ya li bajarê Hewlêrê li gel da civiya.

Li civînê de Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna kêşe û gefan mîhvandariya sedan hezar koçberan kiriye û rêz û pêzanînên xwe jî ji bo Pêşmerge nîşanda ku bi çek û îmkaniyatên kêm êrîşa terorîstan têkşikand û cîhan bi sosretî û rêzê ve temaşa rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê dike. Her wiha eve jî xisterû ku civaka navdewletî li hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ya li hewandina koçberan de kêmterxem bûye û ragihand ku hemû hewlekî didin ji bo komkirina piştevaniya cîhanê ji bo Herêma Kurdistanê ya li meseleya koçberan da. Balkişand li ser wê yekê ku rêxistina wan amadeye hemahengî û hevkariyeke tevahî hebê li gel aliyên Iraqiyan û Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina kêşeyan bi taybetî li qonaxa piştî DAIŞ de.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel kir û ragihand ku hatina wan ya Kurdistanê cihê dilgermiya xelkê Kurdistane. Li yarmetîdana koçberan de jî bi erkekî mirovî û niştîmanî da zanîn û ragihand li bin hîç hêcetek de nedibû wê erkê bi cîh nekîn. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa rûbirûbûna Pêşmerge û terorîstan kir û balkişand li ser wê yekê ku cihê şanaziyê ye efsaneya DAIŞ li ser destê Pêşmerge têkşikaye. Her wiha spasî hêzên hevpeymanan û rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir ku yarmetiya Herêma Kurdistanê kirine û xweşhaliya xwe jî nîşanda ku hemahengiyekî baş li rûyê emnî û serbaziyê ve li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê da heye û serkeftineke mezin pêkhatiye. Di derbarê paşaroja Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li paşarojeke nêzîk da referandûm tê encamdan bo ku cîhan agahdarî xwest û biryara xelkê Kurdistanê ya di derbarê paşaroja xwe de bibê.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraqê û qonaxa piştî Da’îş û eger û pêşhatên qonaxa piştî azadkirina bajarê Musilê.

Gefên hizra tundrewî û terorê û her wiha paşmayên xerapên siyaseta tayîfegerî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi